KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: ARMANCA DEWRIYEYA HEVBEŞ METIRSIYÊN ENQERE JI HOLÊ RABE

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê diyar kir ku armanca yekemîn ji dewriyeya hevbeş a DYA û Tirkiyê ku li herêmê hat meşandin, ew ku wê metirsiyên Enqereyê li ser ewlehiya wê ji holê rake. Koalîsyonê tekez kir ku YPG`ê sozên xwe anîn cih û ji herêmê vekişîn.

 

Koalîsyona Navdewletî teqez kir ku, YPG-YPJ’ê sozên xwe bi cih anîne û leşkerên herdû aliyan, ev yek bi çavên xwe dîtin û şopandin.

Buroya ragihandinê ya operasyona “El-Ezim El-Selib” a Koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewriye ji bo “misogerkirina ewlehiyê” û “rakirina metirsiyên Tirkiyê yên ewlehiyê” pêk hatiye.

Di vê daxuyaniyê de bal tê kişandin ser şerê li dijî DAIŞ’ê û tê gotin, pêkanîna van gava, bi aramnca dewamkirina QSD”ê ji şerê li dijî DAIŞ’ê ye.

Bi vekişîna YPG’ê ji ser sînor re jî Koalîsyonê gotibû, aliyên Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi sozên xwe ve girêdayî ne.

Lê belê tevî van helwestên nerim, Serokê AKP’ê careke din gef li herêmê xwar.

Şîrovekar dibînin ku, Erdogan bi her awayî hewl dide şerekî li herêmê derxîne.

Leave a Reply

Back to top button