QSD: 24 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Qonxa dawî ya têkibirina çeteyên DAIŞ’ê di nuqteyên dawî li Baxozê didome.
Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku di şerê vê êvarê de 24 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Her wiha şervanên QSD’ê gelek nuqte rizgar kirin.

http://www.hawarnews.com/kr/haber/qsd-bilancoya-ser-v-var-eskere-kir-h14788.html

Navenda Ragihandina QSD`ê bi daxuyaniyekê bilançoya şerên li Baxozê di sateen êvarê de eşker kir.

Navendê di daxuyniya xwe de ev agahî dan;

Şervanên QSD’ê êrîşî çeperên çeteyên DAIŞ`ê yên li nava Baxozê de kirin û di encamê de şer derket.

Li gel pêşdeçûnan şervanan hejmarek ji çeteyan hatin kuştin.

Di eniyeke din de şer di navbera QSD`ê û çeteyên DAIŞ’ê de derket.

Li vir gelek ji çeteyan hatin kuştin û şervanên QSD’ê derbasî 20 nuqteyan bûn.

Di saetên derengiya êvarê de şervanan QSD’ê tevgera çeteyan di nav tonelan de ferq kirin, ji ber wê tonel kirin hedef.

Di encamê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin.

Li vir jî şevanên QSD’ê derbasî 16 nuqteyên din bûn.

Li aliyek din 2 çeteyên DAIŞ’ê yên xwe kuj bi alavekê şervanên QSD’ê kir hedef.

Alav bi temamî şewitî beyî ku zirar bigehe şervanên QSD’ê.

Di encamên de şerên dijwar destpê kirin û li vir jî hejmarek çete hatin kuştin û termê 7 ji çeteyan jî li naverastê ma.

Her wiha balafirên Koalîsyonê nuqteyên çeteyan û kombûna wan kirin hedef.

Heta amadekirina vê bîlançoyê jî şer di nuqteyên dawî yên ku di destê çeteyan de mane dawam dikirin.

Navendê ragihand ku di şerê êvarî de 3 jê xwekuj 24 çete hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button