Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeya Cindirêsê û herêma Mare’ê 3 çete kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
Di çarçoveya çalakiyên hêzên me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Mare’ê û navçeya Cindirêsê hêzên me rêzeçalakî li dar xistin.
Di dîroka 28ê Tîrmehê de li ser rêka di navbera gundê Gorde û Miskê yên girêdayî navçeya Cindirêsê li hember seyareyeke leşkerî yê girêdayî çeteyên Ehrar el-Şam yekîneyên me çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de seyareya leşkerî hat rûxandin, 1 çete hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Di dîroka 29ê Tîrmehê de li dordora bajarê Mare’ê hêzên me çalakiyeke li hember baregehekî çeteyên Ehrar el-Şam li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.