Mehmûd Osman: Gelê Amerîka û kongres ji serdana Erdogan ne razîne

Siyasetmendarê Kurd Mehmûd Osman têkildarî serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a li Amerîka peyamek weşand.
Mehmûd Osman diyar kir ku dem hatiye ku Amerîka, Rûsya û civaka navneteweyî li dijî siyaset û nîjanperestiya Enqerê ya li dijî Kurdan raweste û ji bo azadiya Rêber Ocalan zextan li dewleta tirk bikin.

Mehmûd Osman di peyama xwe de ragihahand ku Erdogan îro li ser banga Trump gihîşt Amerîka.
Osman diyar kir ku li dijî vê serdanê hem xelkê Amerîka û hem kongrêş gelek nerazîbûn nîşandan û got:
Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker re teror li herêmê belav bû, bi hezaran sivîl koçber bûn û niha li Bakur û Rojhilatê Sûrî sucên şer tên kirin.
Mihmûd Osaman di nameya xwe de diyar kir ku cîhan dizane ku QSD”ê ew ji terora DAIŞ’ê xlas kir û her kes dizane têkiliya di navbera DAIŞ û dewleta tirk de bi çi rengîye.
Mehmûd Osman: Divê Amerîka û Rusya li dijî siyaseta Tirkiyê rawestin
Siyasetmendarê Kurd Mehmûd Osman nameya xwe wiha bi dawî kir:
Dema wê hatiye Amerîka, Rusya û civaka navnetewî li dijî vê siyastê û şerê nijadperestên Enqereyê yên li dijî Kurdan rawestin û divê zextê li ser Tirkiyê bikin da ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button