Balafirên cengê yên Îsraîlî hin baregehên Tevgera Hemasê yên li Xezzayê kirin armanc.
Balafiran vê sibehê hin cihên Tabûrên Izzedîn El-Qesam ku baskekî Hemasê ye, bombebaran kirin.
Di encamê de, ziyanên madî gihîştin zêdeyî 20 malên sivîlan.
Der barê vê de, berdevkê artêşa Îsraîlî Efîxay Edriî got:
“Hefteya borî nepoxên şewitîner ji Xezzayê ber bi Îsraîlê ve dihatin berdan.
Me jî weke bertek, çend deverên Hemasê kirin armanc.”
Edriî anî zimên jî ku ew ê hemû hewldanên ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê, têk bibin.