HRW: Başûrê Kurdistanê ji bo lidarxistina xwepêşandanan ne cihek ewle ye

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) têkildarî xwepêşandan û binçavkirinên li Dihokê got:Hikûmeta Herêmê bizmarekî din li tabûta azadiya ramanê da.

Rêxistinê li ser xwepêşandinên çend rojên bihurî yên li Dihokê raporeke taybet weşand.

Di raporê de têkildarî binçavkirinên li Dihokê hat destnîşankirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bizmarekî din li tabûta azadiya ramanê daye.

Her wiha hat diyarkirin ku 8 kesên li Dihoke hatine binçavkirin jî rojnamevan bûn.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bal kişand ku Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina xwepêşandanên aştiyane ne bi ewle ye.

Back to top button