Di topbarana li ser Şêrewa ya Efrînê de ciwanek birîndar bû

Him zeviyan dişewitîne û him jî şêniya dikuje..

Dewleta Tirk herî dawî bi topbarana xwe agir bi zeviyên gundên Şêrawa xist û di dema şêniyan destê xwe li rewşê werdan ew topbaran kir..

Di encamê de ciwanekî Efrînî jiyana xwe ji dest da.

Li kêleka şewtandina zeviyên wan, wan dikuje jî.

Leşkerên Dewlet Tirk a dagirker, herî dawî ev sûc li Efrînê pêk aniye.

Wan leşkera, li gundê Burc Qas ê Şêrawayê şevê din agir bi zeviyên genim û ceh xistin û li gundên Kelotiyê û Zoqa belav bû.

Lê belê kesên ku xwestin agir vemirînin bûn aramnca topbaranê û di encamê de Silêman Cemîl Ibrahîm ê 22 salî jiyana xwe ji dest da.

Şewata Zeviyan
“Me dikujin û xwezayê dişewitînin”

Bavê Silêman jî dibêje ku, Dewleta Tirk bi şewtandina zeviyan dixwaze şêniyan birçî bike.

Şewata zeviyan
Dewleta Tirk zeviyên gundê Eyn Îsayê dişewitîne

Lê belê li her devera dagirkirî jî domana şewtandina zeviyan bilind dibe.

Dîsa ji ber topbarana li ser gundê Mexaleq ê Eyn Îsayê, agir bi zeviyan ket.

Li vir jî rê li ber vemirandinê girt û Artêşa Tirk bi gulebarana xwe nehişt tîmên agirkujê destwerdanê li rewşê bikin.

Back to top button