QSD: Em derbarê bûyera li nexweşxaneya Şihêlê de lêborînê dixwazin

Derbarê bûyera ku beriya 10 rojan li nexweşxaneya Şihêl a Dêrazorê ku dewriyeke QSD’ê ketibû nexweşxaneyê û danûstandineke ne-baş bi karmendan re kiribû, QSD’ê lêborîn xwest.

Di 5’ê adarê, li bajarokê El-Şihêl a Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê êrîş biribûn ser hêzên QSD’ê.

Di heman demê de dewriyeke QSD’ê rastî kemînekê li nêzî nexweşxaneya Şihêlê hat.

Derbarê egeriya hebûna hin birîndar û kuştiyên kesên êrîşkar li nexweşxaneya Şihêlê, agahî gihan QSD’ê.

Li ser van agahiyan, dewriyeke QSD’ê çû nexweşxaneyê.

Derbarê têketina dewriyê li nexweşxaneyê QSD’ê daxuyaniyek da û li ser ziyanên madî û danûstandina nebaş ya ku endamên dewriyê bi karmendan re kirin, mixabîniya xwe anî ziman.

QSD’ê got ku ew ê derbarê endamên dewriyê lêpirsînê veke û ji bo ziyanên gihan nexweşxaneyê wê pereyan pêşkêş bike.

QSD’ê diyar kir ku ew ê hemû tedbîran ji bo ewlheiya şêniyên herêmê bigire û teqez kir ku ew ê hertim li gorî qanûnên şerên çekdarî yên navdewletî bimeşe.

Back to top button