Talîbanê Efûya giştî li welat ragihand

Efxanistan di rojeva cîhanê de ye. Pêşketin û metirsiyên li welat yek ji bûyerên herî tê mereqkirine. Rêxistina Talîban ji bo rayedarên hikumeta Efxanistanê, efûya giştî ragihand û bang li jinên li welat kir ku vegerin ser karê xwe.

Serokê DYA Biden tevî hemû rexneyan careke din got, ew ji biryara vekişîna ji welat ne poşmane. Waşîngton dibêje, ew ê li gorî tevgera Talîbanê helwesta xwe diyar bike.

Tevgera Telîbanê piştî Efxanistan bi giştî kontrol kir, niha ji dixwaze rêveberiya welat li gorî dixwaze bide meşandin.

Di çarçoveya despêkê de, Talîbanê efûya giştî ragihand û ji hemû karmendên dewletê xwest ku vegerin û dest bi karê xwe bikin.

Di daxuyaniya ji aliyê Tevgera Talîbanê ve hatî weşandin de, ji jinan jî hate xwestin ku biçin ser karê xwe.

Talîban di dema rêveberiya welat ya navbera 1996 – 2001’an de rê nedida ku jin li welat kar bikin.

Tevî nermkirina zimanê xwe jî, lê heta niha jinên li Efxanistanê di nava metirsiyek mezin de ne.

Beşek zêde jî bi tirsa ku wê werin kuştin ji malên xwe dernakevin.

Tê gotin ku li hinek bajaran çekdarên Talîbanê mal bi mal li xebatkarên berê yên hikumetê digerin.

Li aliyekî din, piştî bertekên tund yên li dijî Amerîka, ji Waşîngtonê daxuyanî li pey hev derketin.

Biden: Ez ji biryara vekijîna ji Efxanistanê ne poşmanim

Serokê DYA Joe Biden diyar kir ku ew ji biryara vekişîna ji Efxanistanê ne poşmane.

Biden di daxuyaniya xwe ya li Koşka Spî dayî de got:

Şikestina Efxanistanê ji texmînên dihat kirin bileztir pêk hat.

Pentagon: Em ji kaosa li balefirxaneya Kabulê neberpirsyarin

Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentagon) ya DYA John Kirby jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ew ji kaosa li balefirxaneya Kabulê ne berpirsyarin.

Kirby îdia kir ku wan ji bo planên veguhestinê hemû tedbîr girtibûn.

DYA: Tevgera Talîban wê helwesta me nîşan bide

Berdevkê wezareta Karên Derve ya DYA Ned Price jî got:

“Helwesta me li hember hikumeta paşeroj a Efxanistan û kiryarên Talîbanê ve girêdayî ye.”

YE: Pêwiste ji bo Efxaniyan em korîdorek mirovî vekîn

Komserê Aboriya YE Paolo Gentiloni jî îşaret bi rewşa metirsîdar ya li welat kir û got:

Pêwiste Ewropa ji bo pêşwaziya penaberên ku ji Efxanistanê direvin korîdorên mirovahî çêbike.

Her wiha pêşî li pêlên neqanûnî yên koçberan bigire.

Back to top button