Bereket Kar: Ji bo yekparebûna xaka Sûriyê divê hikûmeta Şamê û Qamişlo li hev bike

Armanca sereke ya dewleta Tirkiyê ji li hevkirinê ew e ku destkeftiyên Kurdan û Rêveberiya Xweser ji holê rabike.
Ji ber vê yekê hewl da têkîliyên xwe bi hikumeta Şamê re normalîze bike û bigihêje armanca xwe.
Têkîldarî vê yekê Pîsporê Rojhilata Navîn Bereket Kar destnîşan kir ku heger hikumeta Şamê dixwaze yekparebûna xaka Suriyê biparêze bi Rêveberiya Xweser re li hev bike.

Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar têkîldarî rojeva Suriyê ji ANHA’yê re nirxand.

Bereket kar diyar kir ku dewleta Tirk beriya erdhej û hilbijartinê hewl dida têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re normalîze bike û got:

“Hewldanên cidî yên Rûsyayê hebûn ku Erdogan û Esad bîne cem hev

Şertên ku dewleta Tirk danîne pêşiya Sûriyeyê, nehatine qebûlkirin.

Ev rewş ji ber rojevên cuda yên Sûriyeyê heta civîna Komkara Erebî ya li Cedayê hat taloqkirin”

Bereket Kar: Hedefa Tirkiyê Rêveberiya Xweser e

Bereket Kar têkildarî civîn û xebatên li ser Sûriyeyê ev tişt anî ziman:

” Armanceke Tirkiyê ku hêzên xwe li Sûrî vekişîne nîne, yan jî hin deriyên Sûriyeyê veke.

Tirkiyeyê du pirsgirêkên sereke danîn pêşiya xwe; pirsgirêka penaberan û meseleya bakurê rojhilatê Sûriyeyê.”

Bereket Kar: Li hevkirina Şamê ya dij Kurd bi Tirkiyê re wê çareseriyê neyne

Bereket da zanîn ku Tirkiye bi pênasekirina Rêveberiya Xweser wek “terorîzmê” dê negihêje tu encamekê û wiha got:

“Ji bo ku di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de normalîzebûn çêbe, daxwaz tê kirin ku Tirkiye peywira xwe bi cih bîne.

Ew vekişandina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê ye û piştgiriya xwe ya ji bo Nusra û hêzên îslamî yên tundraw ên li wir vekişandine

Di berdêla wê de jî lihevkirina Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re ku Rêveberiya Xweser û Kurdan dike hedef, pirsgirêkê çareser nake.”

Bereket Kar diyar kir ku ji bo hikumeta Şamê bikaribe yekparebûna xaka xwe biparêze divê bi Rêveberiya Xweser re li hev bike.

Bereket Kar: Tirkiye dê welatên Ereban li hember polîtîkayên xwe bibîne

Bereket Kar da xuyakirin ku heke Tirkiye êrişên xwe bidomîne li hember xwe gelek welatên Ereban bibîne û got:

“Êrişên dronan û êrişên tacîzê yên ku Tirkiye wek rêbazekê bi kar tîne, dê dewam bikin.

Heke Tirkiye siyasetên ku heta niha dane meşandin bidomîne, wê li hember xwe gelek welatên Ereban bibîne.”

Back to top button