
Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji jinên koçber ên ji Girê Spî re semînerek li dar xist û rewşa siyasî û leşkerî ya Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kir.
Bi dehan jinên koçber ên li kampê, rêveber û endamên Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî semînerê bûn.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Firyal Temê axivî û bal kişand ser rola pêşeng a jinan di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de ku bi sîstema hevserokatiyê hatiye tacîdarkirin û got: Em ji hêmanên sereke yên dihêle civak nezan be û dibe sedema cudahiya zayendiyê û bandorên neyînî re dibêjin bes e.
Di semînerê de xetereyên zayendperestiyê, çawaniya şikandina vê zîhniyetê û zanakirina civakê têkildarî her du zayendan, hatin nîqaşkirin.
Jinên koçber jî diyar kir ku mayîna wan li kampan û berxwedana li hember dagirkeriyê bi rêya israra vegerê û rizgarkirina xaka dagirkirî, yekane hêza têkbirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker e.