Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku ji ber pevçûnên li Sûdanê pergala tenduristiyê ber bi karasetê ve diçe û diyar kir ku jin û zarok di bin xeteriyeke mezin de ne.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê anî ziman ku beriya pevçûn destpê bikin jî ‘pergala tenduristiyê bi gelek qeyranan re rû bi rû maye’ û got:
Di du hefteyên dawî de ji ber bombebarankirina nexweşxaneyan, tunebûna dermanan û ji welat reva hejmarek zêde ya bijîşkan, karasetek tê jiyîn.
Li gorî Rêxistinê koma herî zêde li Sûdanê di xetereyê de ye, nêzî çar mîlyon jinên nexweş an jî ducanî û zêdetirî 50 hezar zarokên ku nikarin baş xwedî bibin hene.
Nêzî 3 mîlyon jin jî rastî ‘curen tundiyê yên girêdayî zayendî’ tên.
Zarok ji ber pevçûn û sirgûnkirina bi zorê di bin zextên giran ên derûnî de ne.
Her wiha agirbesta hat dirêjkirin nayê pêkanîn.