Revandina welatiyên Efrînî li nava Efrîn û derveyî wê jî, ji aliyê çeteyan ve dewam dike. 4 welatiyên din ên Efrînî hatin revandin.
Girêdayî binpêkirinan, tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi behaneya ku ne bi rojî ne, 3 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin.
Torê diyar kir ku çeteyan êşkence li wan kir û piştî 3 rojan li hember 200 dolarî ew berdan.
Navên kesên hatine revandin jî wiha, Mistefa Zekî, Azad Beyrem û Farûq Kerk.
Li Ezazê jî çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Kawa Silêman ê ji Mabatilî ku dixwest vegere Efrînê revandin.
Çeteyan li hember berdana wî 10 hezar dolar ji malbata wî xwestine û heya vê kêliyê aqûbeta Silêman ne diyar e.