Bûyerên li Sûdanê wê bandorê li 7 dewletên Afrîkayê bike

Geşedanên li Sûdanê diqewimin ewlehiya welatên cîran neyînî bandor dike.
Şerê ku di navbera aliyan de diqewimin li çapemeniya cihanê de cihê xwe yê sereke digire..
Ev şerê metirsîdar dide xuyakirin ku krîza Sûdanê bandorên xwe li 7 welatên Afrîkayê bike.

Her ku diçe aloziya Sudanê kûrtir dibe.

Gelek raporên navnetewî têkîldarî siberoja rewşa Sudanê û ji meha Nîsanê ve şerê di navbera aliyan de diqewime hişyarî dan.

Bi heman awayî di raporan de tê desnîşankirin ku ev aloziyên Sûdanê dibe ku dewletên aloziyên aborî, leşkerî û siyasî dijîn belav bibe.

Li gorî ajansa Amerîkî Bloomberg di raporekî xwe de da xuyakirin şerê li Sûdanê derbasî dewletên Afrîkayê yên derdorê Sûdanê bibe.

Her wiha ajansê da zanîn ku krîza Sûdanê dê bi awayekî xerab bandorê li 7 dewletên Afrîkayê bike, ew jî Komara Navîn a Afrîkayê, Misir, Çad, Lîbya, Sûdana Başûr, Etiyopya û Erîtîryayê ne.

Li gorî texmînên Çavdêran Rewşa Mirovî ya Sûdanê bi temamî hilweşe

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku nêzî 75 hezar kes ji malên xwe derketine û li cihên cuda yên Sûdanê bi cih bûne û 20 hezar kes derbasî Çadê û 6 hezar kes koçberî Komara Navîn a Afrîkayê û Etiyopyayê bûne.

Li gor pêşbînan, dê nêzî 270 hezar kes di hefteyên bê de ber bi Çad û Sûdana Başûr ve birevin.

Heta niha Qahîreyê nêzî 16 hezar welatiyên sûdanî pêşwazî kirine û hîn jî welatiyên sûdanî bi rêya dergehên sînorî derbasî bajarê Eswanê yê Misirê dibin.

Piştî ku koordînatorê NY’ê Martin Grefeth rewşa awarte ragihand, çavdêr texmîn dikin ku dê rewşa mirovî ya Sûdanê bi temamî hilweşe.

“Sudan bûye cihê tasfiyekirina hesabên herêmî û navneteweyî”

Derbarê mijarê de mamosteyê têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Muite ya urdinî Iyad El Mecalî axivî û ev tişt anî ziman:

“Operasyonên leşkerî metirsiyê li ser ewlehiya Sûdanê û dewletên derdora wê çêdike.

Hêzên herêmî bi rêya vî şerî peyaman ji hev re dişînin, ji ber wê dibe ku rewş aloztir bibe.

Sûdan bûye qada tesfiyekirina hesabên herêmî û navneteweyî.”

Hikumeta Sûdana başûr agirbestek ji bo 7 rojan ragihand

Back to top button