Ebdulkerîm Omer bi Seroka Şaredariya Osloyê Marîana Morgin re civiya

Duh Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Dr.Ebdulkerîm Omer li ofîsa xwe ya li avahiya şaredariya paytexta Norwêcê bi Seroka Şaredariya Osloyê Mariana Borgen re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de tecrûbeya Rêveberiya Xweser, rêxistinkirina wê û birêvebirina karê welatiyên Bakur û Rojahilatê Sûrî hate nîqaş kirin.

Her du aliyan behsa zehmetiyên ku rûbirûyê Rêveberiya Xweser dibin û şerê demdirêj li welat, ku bandoreke mezin li hemû sektorên xizmetguzariyê kiriye, kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser Dr.Ebdulkerîm Omer tekez kir ku pêwîstiya lezgîn bi pêşxistina çareseriyên mayînde heye.

Şaredara Oslo, Marianna Burgen, tekez kir ku ew amade ne ji bo danûstandin û hevkariyê li ser hemû pirsgirêkên xizmetguzariyê û kêşeyên li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Di dawiya hevdîtinê de, hewldanên Rêveberiya Xweser di warê rûbirûbûna terorê û berjewendiya wê ji bo pêşxistina sektora xizmetguzariyê hatin gotin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser bi partiya Karkeran a Norwêcê re civiya

Back to top button