2 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI MINBICÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Minbicê 2 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan oxirkirin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebas Mihemed El-îsa ê mehê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Miseb Cuma Elmiftah jî 16’ê mehê di encama teqîna ku Hêzên Hewarî kiribûn hedef de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Minbicê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Pişt re cenazeyên şehîdan di nava sloganan de hatin oxirkirin.

Di dawiyê de girseya gel bi boneya 18’ê Gulanê roja Şehîdan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Leave a Reply

Back to top button