
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê ragihand ku şervanan, kesek ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê direvandin, girtiye.
QSD di çarçoveya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê de 7`ê Sibatê, operasyonek li gundewarên Hesekê pêk anî.
Derbarê operasyonê de, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
7`ê Sibatê di operasyoneke leşkerî ya hevbeş ya bi hêzên koalîsyonê re li herêma Hedadiye ya Hesekê pêk hat de, şaneyekî DAIŞ’ê hat girtin.
Li gorî agahiyan, kesê hatî giritin malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê direvand.