Li Til Temirê 9 çete hatin kuştin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro careke din êrîş birin ser gundên Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê. Li ser gundên Kantonên Efrînê û Şehbayê jî êrîş pêk hatin.

Dagirkeriya Tirk, îro di saetên şevê, bi obusan êrîş birin ser gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê.

Derbarê ziyanan jî ti agahî nehtaine bi dest xistin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê doh bi şev jî êriş birin ser gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiyê yên Til Temirê.

Derbarê mijarê jî, QSD’ê jî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dagirkeriyê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Til Temir ve hatin bersivandin, di encamê de 9 çete hatin kuştin.

Her wiha gelek cebilxaneyên çeteyan ket destê şervanan.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
ARTÊŞA TIRK GUNDÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ TOPBARAN KIRIN

Îro di saetên şevê de jî, dagirkeriya Tirk, gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kirin û li ser çend gundên kantona Şehba û bendava Şehbayê jî êrîş pêk hatin.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama êrişê de zirarên madî çêbûn.

Back to top button