Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê şehîd Diyar Efrîn oxir kir

Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrinê şehîd Diyar Efrîn li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ji aliyê hezaran koçberên Efrînê ve hate oxirkirin.
Di merasîmê de ji bo rizgarkirina Efrînê û têkbirina şerê taybet ê li dijî gel banga şopandina rêya şehîdan hate kirin.

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê HRE şehîd Ziyad Midewerli pêşiya nexweşxaneta Avrîn a navçeya Fafînê kom bûn.

Karwanê wesayîtan ber bi Goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve bi rê ket.

Li wir, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso sersaxî da malbata şehîd û hemû şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê.

Îso teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo têkbirina planên dagirkeriya Tirk da.

Îso bang li gelê herêmê kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê û têkbirina şerê taybet ê li dijî gel rêya şehîdan bişopînin.

Rêvebera PYD ya Efrîn û Şehbayê Sureye Mustefa jî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

Back to top button