Biden: Endamtiya Swêdê wê NATO bihêz bike

Swêd ji bo razîkirina Tirkiye û Macerîstanê li ber derê Waşîngtonê bû.
Serokwezîrê Swêdê Kristersson bi vê armancê berê xwe da Waşîngtonê û li gel Serokê DYA Biden civiya.
Biden ji Kristersson re got:Beşdarbûna Swêd ya di nava endamên tifaqê de, wê NATO bihêz bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, beriya lûtkeya NATO’yê ku hefteya bê li paytexta Lîtvanya Vilniusê bê lidarxistin, li Koşka Spî bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re civiya.

Herdu serokan beriya hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar dan.

Biden piştgiriya xwe ya ji bo endamtiya Swêdê ya di NATOyê de ku heta niha Tirkiye û Macarîstanê qebûl nekiriye, dubare kir.

Biden bi bîr xist ku ew amadekariya civîna bilind a NATOyê dikin ku hefteya bê, bê lidarxistin û wiha got:

“Ez careke din dubare dikim:

DYA bi tevahî piştgiriyê dide endamtiya Swêdê ya NATOyê.”

Biden anî ziman ku Swêd wê tifaqê xurt bike û got, ew bi “bêsebir” li bendê ye ku Swêd bibe endama NATOyê.

Serokwezîr Kristersson ji ber piştgiriya Biden spasiya wî kir û ev tişt anî ziman:

“Em piştgiriya we ya xurt a ji bo ketina Swêdê ya NATOyê bihêz dinirxînin.”

Kristersson, anî ziman ku bi endamtiya NATO’yê re li ‘parastina hevpar’ digerin û anî ziman ku ew ê tevkariyê li ewlekariya NATO’yê bikin.

Piştî hevdîtina xwe ya bi Biden re, Kristersson got, wan bi Serokê Amerîkayê re li hev kiriye ku “Lûtkeya hefteya bê ya li Vilniusê bê guman ji bo beşdarbûna Swêdê demeke baş e, lê tenê Tirkiye dikare biryarên xwe bigire.”

Tirkiye û Macarîstanê hîna beşdarbûna Swêdê nepejirandiye.

Swêd û Fînlandiya piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna biryar da ku bi Fînlandiyayê re tevlî NATOyê bibe.

Tirkiye îdia dike ku ji bo erêkirina endamtiya Swêdê divê di têkoşîna li dijî “rêxistinên terorê” de gavên pêwîst bavêje.

Ji bo ku Swêd bibe endam, erêkirina 31 welatên endamên NATOyê pêwîst e.

Li aliyê din Fînlandiya piştî erêkirina Tirkiyeyê di meha Nîsanê de bû endamê îtîfaqê.

Beriya civîna bilind a NATOyê, têkiliyên dîplomatîk ên têkildarî endamtiya Swêdê dewam dikin.

Di civîna ku li ser banga Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de wê li Brukselê bê lidarxistin de, endamtiya Swêdê ya NATOyê dê bê axaftin.

Serokwezîrê Swêdê li ser rêya Waşîngtonê ye

Back to top button