Li Cezayîrê 31. Lûtkeya Yekîtiya Erebî pêk tê

Lûtkeya Yekîtiya Erebî ya 31. piştî vîrûsa Covid-19 bi du salan doh li Cezayîrê despê kir.
Di civînê de bangên “careke din yekîtî” derket pêş.

Di nava rojên derbasbûyî de ji bo lûtkeya Yektîya Erebî ya li Cezayîrê, lêderên welatan berê xwe dan herêmê.

Piştî vîrûsa Covid-19 bi 2 salan doh Lûtkeya Yekîtiya Erebî ya 31. hate lidarxistin.

Civîn bi axaftina Serokomarê Tûnisê Qeyîs Seîd dest pê kir.

Ji lîderên Yekîtiya Ereban banga “careke din yekîtî” hat kirin

Qeyîs Seîd banga “serketina cudahiyan û hevgirtinê” ji bo bidestxistina “serkeftina li dijî kesên ku ji bo hilweşandina dewletan şerekî bi biryar didin” dest pê kir.

Seîd bal kişand ser wê yekê ku Cezayîr beşdarî çareserkirina nakokiyên di navbera welatên erebî de dibe û wiha got:

“Ji bilî vegerandina mafên filistîniyan û avakirina dewleteke Filistînê ya azad, serbixwe û serwer bi paytexta wê Qudsê, tu aştî û lihevhatin tune ye.”

Piştî axaftina Seîd, serokatiya rûniştinê radestî Serokomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebboune hate kirin.

Tebbun di axaftina xwe de got,

“Di dîroka xwe ya nûjen de cîhana Ereb ti carî qonaxek ji ya niha dijwartir nedîtiye.

Li herêmê jî metirsiya ewlehiya xwarinê heye.

Divê em blokeke aborî ya Erebî ya ava bikin ku berjewendîyên me yên hevbeş biparêze.”

Tebbun her wiha ji dewletên erebî xwest ku komîteyeke ragihandin û hevahengiya erebî ji bo piştgiriya doza Filistînê ava bikin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebû Xet jî di axaftina xwe de îşaret bi rewşa li Sûriyê kir û got, ji bo çareserkirina rewşê pêwistî bi pêşengtiyek Erebî heye.

Di daxuyaniya Wezîrên Karê Derve yên Yekîtiya Ereb de, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Sûrî û Iraq hatibû şermezarkirin.

Back to top button