Efxanistan ya bi krîza aboriyê rû bi rû ye, niha jî sermaya zivistanê ew ji hev xistiye.
Berfa li welat û şert û mercên jiyanê heta niha bûye sedema wê yekê ku 157 kes jiyana xwe ji dest bidin.
Berdevkê Wezareta Têkoşîna Li Dijî Karesatan a Efxanistanê Shafîûllah Rahîmî diyar kir ku li welat ji ber sermayê heta niha 157 kesan, jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha destnîşan kir ku ji ber sermayê 70 hezar lawirên ji bo xwedîkirinê, telef bûne.
Li gorî saziyên alîkariyê nîvê welat birçî ye û 4 milyon zarok nikarin têr xwarinê bixwin.
Li hinek deverên Efxanistanê germahiya hewayê dadikeve jêr -33 pileyî.
NY bang li Talîbanê kir ji bo mijara jinan zelal bin
Tevî şert û mercên zehemt, rêveberiya Talîbanê xebitîna jinan ya li welat asteng kiriye.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY ji bo Karûbarên Mirovî Martin Griffiths, ji rêveberên Talîbanê xwest ku qada alîkariyên mirovî zelal bikin ku wê rê bide karmendên jin ên ji rêxistinên sivîl vegere kar.
Griffiths beriya niha bi şandeyeke şandeyeke NY re serdana paytexta Efxanistan Kabulê kir û bi rêveberên Talîbanê re civiya bû.



