Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Deshilata Îranê ji azadiyê bitirs e.
Deshilatê guhê xwe li banga azadiyê ku ev 131 roje xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtî ye.
Berovajî vê, kesên daxwaza azadiyê dikin bi cezayê girtîgeh û darvekirinê li wan tê birîn.
Li bajarê Kercek malbatên kesên cezayê darvekirinê bi ser zarokên wan hatine birîn li ber derê girtîgehê kombûn û xwestin ev ceza were betalkirin.
Ji bo rojnamevanên hatine girtin jî banga azadiyê hate kirin.

131 rojin, bangên ji bo azadiyê kêm nebûye.

Zextên deshilata Îran û cezayên darvekirinê heta niha nekariye vê daxwazê ji nava gel bide rakirin.

Bi kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî re xwepêşandanên despêkirî di meha xwe ya 5’an de ye.

Deshilata Îranê 17 sal cezayê girtîgehê li melayekê birî

Dewleta Îranê ji roja destpêka serhildanê ve bi hemû awayî hewl dide, dawî li nerazîbûnan bîne.

Rewşa leşkerî ya li welat, serdegirtina malên çalakvan û xwepêşandanan, girtin û birîna cezayê darvekirinan, li Rojhilatê Kurdistan ê dewam dike.

Duh Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku desthilata dadwerî ya Îranê 17 sal ceza li melayê mizgefta Xatim Enbiya ya li bajarê Ciwanro, Seyfula Hisên biriye.

Mela Seyfula bi hêceta hewldana dijî asayîşa nîştimanî ya Îranê, propagandaya dijî desthlatê, tevlîhevkirina asayîşa giştî tê sucdarkirin.

Doh li dijî cezayan, melayê Sunî Meulawî Ebdulhemîd Îslamî li ser medya civakî peyamek belavkir û got;

“Tundkirina ewlekarî, girtina welatî û melayan, ji bilî berfirehkirina xwepêşandanan ti encamek din bi xwe re naîne.”

Ji malbatên Kercekê daxwaza rakirina cezayê darvekirê

Li bajarê Kercek malbatên kesên cezayê darvekirinê bi ser wan de hatine birîn, li ber derê girtîgeha Fazil Hîsar ya li bajêr kombûn û xwestin cezayê darvekirinê yê ser zarokên wan were rakirin.

Lê hêzên Îranê êrişî malbatan kirin û bi zorê ji derê girtîgehê dûrxistin.

Li gelek taxên Tahranê xelkê di nav malên xwe de bi derketina ser xaniyan dirûşmeyên dijî desthilatê qêriyan.

Tevî hemû êriş, kuştin, darvekirin û girtinan jî nerazîbûna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilatê dewam dike.

Doh Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan bi daxuyaniyekê daxwaza azadkirina 33 rojnamevanan ku di dema xwepêşandanê de hatine girtin û hîn nehatine berdan kir.

Federasyonê bang li deshilata Îranê kir da ku dawî li zextên li ser rojnamevanan bîne û rê li pêş rojnamevanan veke.

Back to top button