Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran kir

Îro careke din êrişên dewleta Tirk a qirker li dijî herêmê hebûn.
Artêşa dewleta Tirk vê carê êrişî gundên Şehbayê kir.

Artêşa dewleta Tirk a qirker beriya saetekê careke din gundê Til Medîq û Simoqa yên Şebayê û bendava wê topbaran kir.

Doh jî heman artêşê gundê Til Medîq ê Şehbayê bi obus û mûşekan topbaran dikin.

Tevî van êrişên rojane û hedefgirtina sivîlan jî lê dîsa cîhan hemû li heber van sûcên dewleta Tirk bêdenge û ji bêdengiya xwe dernakeve.

Back to top button