Berxwedana Rûmetê..di ser tevgera dagirkirina Serêkanî û Girê Spî re 2 sal derbasbûn

Di rojeke weke îro ango salvegra destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, dewleta Tirk tevgereke dagirkeriyê destpêkir.
Û careke din di encama bê bextiya hêzên navneteweyî de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.

Hêzên cîhanî yên sala 1998’an serkêşkiya komploya li dijî Rêber Apo kirin, di salvegera wê de rê dan tevgereke nû a qirkirina gelan.

9’ê Cotmehê sala 2019’an di encama lihevkirina veşartî ya di navbera serokê demê yê Amerîka Trump û rêjîma Tirk de, rê li ber êrişeke mezin hate vekirin.

Bi hezaran leşkerên Tirk tevî çeteyan, li pêş çavên cîhanê êrişî Serêkanî û Girê Spî kirin.

Ev tevgera dagirkeriyê jî di bin navî “Kanjya Aştiyêç” de pêk hat.

Wê rojê bi qasî hovîtiya rêjîma Tirk û çeteyên wê, bê bextî ê durûtiya hêzên cîhanî
jî xwe da der.

Lewma ji Amerîka bigre, heta Rûsya û welatên Yekîtiya Ewrûpay, ti hêz li hemberî tevgera qirkirinê ya dewleta Tirk nebû asteng.

Û bi rojan li hemberî balafir û çekên herî giran, şervanên QSD’ê liberxwe dan.

Vê berxwedanê hişt ku li seranserê cîhan bi sed hezaran dostên gelê Kurd rabin ser piyan.

Lê tevî vê yekê jî bêbextiya hêzên komploger ên 9’ê Cotmehê hişt ku bajarên Serêkanî û Girê Spî werin dagirkirin.

Back to top button