Welatiyên Efrîn û Şehbayê: Ji bo ewlehî û aramiyê em ê têkoşînê mezin bikin

Bi dehan welatiyên Efrînê û endamên Meclisa navçeya Til Rifetê a li Şehbayê li dijî êrişan daxuyanî dan. Hate gotin ji bo ewlehî û aramiya herêmê ewê li dijî êrişan li ber xwe bidin.

Daxuyanî li qada sereke ya Til Rifetê hate dayîn û wiha hate gotin: “Ji bo dewleta Tirk krîzên xwe yên hundir binuxumîne gefên xwe li ser herêmê zêde kirine.

Tirkiyê bi van êrişên xwe peyman û zagonên navnetewî bin pê dike.

Armanca êrişên dewleta Tirk valakirina herêmê, bicihkirina penaberan û guhertina demografîk e.

Meclisê di dawiyê de bêdengiya hêzên navnetewî a li dijî êrişan şermezarkirin û got, “Ji bo ewlehî û aramiya li herêmê pêk were em ê bi berpirsiyariyên xwe rabin û li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin.”

Back to top button