Komeke Tirk bi dar û kêran êrîşî 10 jin û ciwanên Sûrî kirin

Nîjadperestiya dewleta Tirk li dijî penaberên Sûrî her ku dewam dike, herî dawî Tirkan êrîş 15 kesên Sûrî kirin..

Komek Tirk li kargeha devpoşkan li Ednayê, bi dar û kêran êrîşî 10 ciwanan, ku di nav de 5 jin hebûn, kirin.

Van Sûriyan li gel rêveberê kargehê gilîkiribû ku ev kes heqaretê li wan dikin.

Erdoganê ku destpêkê ji bo wan weke kaxezek zextê li dijî Ewropayê bi kar bîne, piştgiriya penabertiyê dikir, niha jî bi dar û kêran li ser destê wan tên êşkencekirin û kuştin….

Back to top button