Serokê Sirbistan Vucic: Me welat ji şer xelas kir

Serokomarê Sirbistanê Vucic got:
Me welat ji şerekî xelas kir û careke din, rakir li ser lingan.

Metirsiya derketina şerê navbera Sirbistan û Kosovayê ji aliyê rêveberên van welatan ve jî tên bilêvkirin.

Aleksandar Vucic got;

Me Sirbistan ji şer rizgar kirin û ji bo parastina aştiyê ew ê gavên pêwîst bavêjin.

Serokê Sirbistanê di derbarê sala 2022’an de li paytexta Belgradê ji çapemenîyê re nirxandinan kir.

Aleksandar Vucic bal kişand ku ew aramiya darayî, aborî û mezinbûnê diparêzin.

Vucic diyar kir ku welatê wî di warê aramiya darayî de “li gorî Ewropayê” di rewşeke baştir de ye.

Serokê Sirbistanê îşaret bi peywendiyên Sirbistan-Kosovayê jî kir û diyar kir ku welatê wî ji bo parastina aştiyê wê hemû gavên pêwîst bavêje.

Vucic bal kişand ser wê yekê ku di mijara bakurê Kosovayê de “zehmetî” li benda wan in û got ku welatê wî rêzê li hemû peymanan digire, di nav de Peymana Brukselê, lê Kosova rêzê li tu peymanan nagire.

Aloziya Kosova û Sirbistan

Aloziya di navbera Kosova û Sirbistanê de piştî binçavkirina polîsê berê yê Sirbî Dejan Pantic zêde bû.

Li hember binçavkirina Pantic, Sirbên li Kosovayê di 10-29’ê Kanûna 2022’an de bi barîkatên ku li bakurê Kosovayê ava kiribûn rê girtin.

Serokê Sirbistanê Vucic xwestibû ku barîkatên hatibûn danîn bên rakirin.

Kosovayê 2008’an bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kir.

Lê Sirbistan ev yek red dike.

2011’an jî bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropa danûstandinên navbera aliyan pêk hat.

Pêvajoya diyalogê ya di navbera Kosova û Sirbîstanê de, gelek caran ji ber sedemên cuda, wek aloziya êvara 31ê Tîrmehê, tê sekinandin.

Back to top button