Beşdarên pêngava komkirina îmzeyan: Daxwaza me pêk bînin

Beşdarên pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang li aliyên têkildar kirin ku bersiva daxwazên wan bidin.

Yek ji beşdarên pêngavê Mehmûd Gedo dibêje divê hemû dewlet bizanibin ku bi milyonan kes li pişta Rêber Apo ne û ev tişt anî ziman:

”Wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe destpêka çareseriyê ji bo tevahî astengî û krîzên li Rojhilata Navîn.”

Ehmed Esed jî got: ”Ev hemle rêbazek ji bo gihandina dengê me ji hêzên navneteweyî re ye da ku xwestekên me bi cih bînin.”

Welatiyê bi navê Ehmed Hec Hisên da zanîn ku ji ber ku azadiya gelan bêyî azadiya Rêber Apo a fîzîkî ne pêkan e ew beşdarî pêngavê bû.

Hec Hisên bang li aliyên têkildarî û dewletên cîhanê kir ku bersiva daxwaza beşdarên pêngavê bidin û xwesteka wan pêk bînin.

Back to top button