Şerê Îsraîl û Hemas: 88 Roj

Îsraîl dixwaze di zutirîn demê de armancên xwe yên li nava Şerîda Xezayê pêk bîne.
Yek ji armanca sereke jî dawîanîna Hemasê ye.
Hemwextî vê, çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku Hemasê pêşniyara agirbesteke nû kiriye, lê Tel Evîvê ev yek red kiriye.
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di nava 22 hezar Filistîniyên li Xezayê hatine kuştin de bêtrî 4 hezar xwendekarbûn.

88 rojin dengê çekan li nava herêmê kêm nebûye.

Piştî agirbestek demkurt û heta niha Îsraîl û Hemas ji bo têkbirina hev her tiştî dikin.

“Hemasê agirbestek nû pêşniyar kir, tel evîvê red kir”

Hat ragihandin ku Hamasê bi navbeynkariya Qeter û Misirê peymaneke nû ya pevguhertina girtiyan ji Îsraîlê re pêşniyar kiriye.

Lê rêveberiya Tel Evîvê ev pêşniyar red kiriye.

Li gor nûçeya malpera “Walla News” a Îsraîlê, li ser bingeha berpirsên Îsraîlî yên ku navên wan nehatine eşkerekirin, Hemas bi pêşniyara xwe ya nû amade ye danûstandinên nû yên pevguhertina girtiyan bike.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Hamasê planeke ji 3 qonaxan pêşkêş kir.

Piştî temamkirina her sê qonaxan, tê plankirin ku leşkerên Îsraîlê yên li Xezeyê dîl hatine girtin bên berdan û “şer bi dawî bibe”.

Hat ragihandin ku Kabîneya Şer a Îsraîlê pêşnûmeya Hemasê nirxand lê red kir.

Di pêvajoya pevguhertina dîlan ya beriya niha navbera aliyan de, 81 girtiyên Îsraîlî û 240 Filistînî pev hatin guhertin.

Li gorî Îsraîl, hîna 129 girtiyên wan li Xezayê hene.

Şerê Îsraîl û Hemas: Bêtirî 4 hezar xwendekar hatine kuştin

Li aliyekî din, Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve jimara Filistîniyên li Xezayê hatine kuştin gihiştiye 22 hezar û 185 kesî.

Wezaretê diyar kir ku 207 kesên ku di nava 24 saetên dawî de hatine kuştin jî tevlî vê hejmarê bûne.

Her wiha 57 hezar û 35 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Perwerdeyê ya Fîlîstînê di şerê li Xezeyê de 4 hezar û 156 xwendekar hatine kuştin.

Wezaretê ragihand ku herî kêm 381 dibistan jî hatine bombebarankirin yan jî zirar dîtine.

Îsraîl, pêşniyara pevguhertina dîlan a Hemasê red kir

Back to top button