Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ji bo parastina ewlehiyê bi roleke mezin radibin

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a navçeya Zirganê Rîm Cewher bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yê li ser heremê û diyar kir ku qurbaniyên êrişan herî zêde jin û zarokin.

Welatiyên Navçeya Zirganê ev 5 sale li hember êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.

Hema bêje bi rojan êriş, kuşin û birîdar hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li rex êrîşên domdar bi roleke mezin di warê parastina ewlehiya sivîlan û xilasiya birîndaran de dilîzin.

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Rîm Cewher behsa hevgirtin û berxwedana şêniyên zirganê kir.

Rîm Cewher anî ziman ku erka me weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin parastian şêniyaye.

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Rîm Cewher diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk herî zêde bendorê li jiyana jin û zarokan dike.

Rîm Cewher bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: Gelekî ku biryara mayînê daye, bêguman ew ê tirsê nepejirîne û riya berxwedanê bidomîne.

Heta dawiyê em ê parêzvanên gelê xwe bin û em ê bi hev re bikaribin zor û zehmetiyan derbas bikin û welatê xwe ava bikin û biparêzin.”

Back to top button