Kantona Hesekê-Dijî tecrîdê 2 civînên girseyî hatin li dar xistin

Şêniyên Şedadî û Holê yên kantona Hesekê bi civînan bal kişandin ser pêwîstiya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku fikir û felsefeya wî rêya rizgarkirina Rojhilata Navîn ji qeyranan e.

Li navçeyên Şedadî û Holê yên kantona Hesekê 2 civînên girseyî ji bo nîqaşkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û biryara dirêjkirina cezayên dîsîplînê hatin lidarxistin.

Li navçeya Holê, civîn ji aliiyê tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve li bajaroka Um Huceyra bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hat organîzekirin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD Mihêdî El-Dixêm civîn birêve bir.

El-Dixêm bang li her kesî kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin û hewldanên xwe bikin yek.

Li navçeya Şedadê jî, bi dehan welatî, endamên sazî, partiyên siyasî û êlên Ereban di civînê de amade bûn.

Li vir jî hat gotin Ku,

Hemû nerînên ji aliyê Rêber Ocalan ve hatine pêşkêşkirin, ji bo qeyrana Rojhilata Navîn, çareseriya herî baş e.

Back to top button