Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD daxuyanî da.
QSD got, demeke dirêje dagirkeriya Tirk pilana van êrişna kiriye, di êrişan de rasterast welatiyên sivîl dike hedef.
Wek hêzên QSD ji bo pêşerojeke aram û ewle, emê ji her demê bêtir herêm û pêkhatiyên wê biparêze.”
Dewleta Tirk a dagirker di dema dawî de êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û rojane li dijî gelê herêmê êrîşan pêk tîne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD derbarê van êrîşan de daxuyaniyek weşand.
QSD’ e got: “Dagirkeriya Tirk demeke dirêj e plana vê dijminatiyê dike û alî û rêxistinên navdewletî jî çavê xwê li van êrîşan digirin.
Dewleta Tirk bi awayeke eşkere destekê dide rêxistinên terorê, mîna şaneyên DAIŞ’ê û grûpên çeteyan li herêmên dagirkirî.”
Fermandariya Giştî ya QSD’e da xuyakirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze projeyên xwe yên dagirkeriyê li nav xaka Sûriyê dûrî çavan bihêle û ev yek gefê li yekîtiya Sûriyê dixwe.
QSD’e dibêje: “Dewleta Tirk dixwaze leşker û çeteyên xwe li nava Sûriyê bihêle û hemû peymanên bi aliyên navdewletî re li ser vî esasî qezenc bike.
Ev jî sedema raseteqîn a li dûv vê dijminatî û êrîşan e.”
Fermandariya QSD’e bang li hemû aliyên Sûriyeyî kir ku haya xwe ji planên dewleta Tirk hebin, ji ber ev yek bandorê li serweriya Sûriyê dike.
QSD’e fedekariyên şehîdan ku xwîna xwe di ber parastina gelê herêmê de rijand silav kir lehengiya şervanên li aniyên şer giranbuha nirxand û wiha bi dawî kir:
“Dewamkirina vê dijminatiê bê bersiv namîne.
Ji bo pêşerojeke aram û ewle, hêzên me wê ji her demê bêtir herêm û pêkhatiyên wê biparêze.”
https://youtu.be/8kBBzAEEFW0



