Li Kenya qeza: 49 kes mirin

Li welatê Afrîka Kenyayê qezayek mîna komkujiyê pêk hat.
Di encama qezaya trafîkê ya li herêma Londiani de, 48 kes mirin.

Li bajarê londiani yê kenyayê kamyonek barhilgir ji rê derket.

Ajokarê kamyonê ku kontrola xwe winda kir, li ser rêya bejahî li gelek wesayîtan qelibî.

Di qezayê de bîlanço giran bû.

Di encama qezaya zincîre ya ku pêk hat de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha 30 kes jî birîndar bûn.

Di qezayê de, Motorsîklet û mînîbus jî di nav de bêtirî 6 wesayitan xisareke mezin dîtin.

Li gel ku gelek ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, metirsiya zêdebûna jimara miriyan heye.

Xaça Sor a Kenyayê eşkere kir ku di qezaya zincîrê de peya hatine perçiqandin û bêtirî 20 birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Back to top button