Hewldana çeteyan a ketina gundên Til Temirê hat têkbirin, çeteyek hat kuştin

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrîşên çeteyan li ser gundên Til Temirê têk bir, di encamê de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ANHA’ê, Çeteyan hewl dan bikevin mezreyeke li başûrê depoya genim a li gundê Um El-Kêf ê 5 km li rojavayê navçeya Til Temirê ye.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê tevgera çeteyan şopandin û şerekî dem kurt qewimî.

Di encama şer de, çeteyek hat kuştin, yek jî birîndar bû.

Back to top button