Rûsya û hêzên hikûmta Şamê li gundewarê Til Temirê ceribandin leşkerî pêk anîn

Cara yekem berî se’etekî Rûsya û hêzên hikûmta Şamê li gundewarê Til Temirê ceribandin û rahênanên leşkerî pêk anîn.

Nûçegihanê Televizyona me ji navçeya Til Temirê ragihand beriya çend kêliyan hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê cara yekemîn dest bi ceribandên leşkerî yên hevbeş kirin.

Tê de hêzên hewayî û bejahî beşdarî ceribandinên li gundên navçeyê bûn.

Nûçegihanê me daxuyand ku balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran li eniyên şer ên gundewarên rojavayê navçeyê li kêleka rêya M4 nepoxên termal anjî yên germ avêtine.

Her wiha ragihand li erdên vala yên nêzî gundê Til El-Leben moşek avêtine.

Artêşa Tirk a qirker gundê Dibis û rêya M4 topbaran kirin

Ev ceribandin di demekê de tên kirin ku ku artêşa Tirk rojane êrişî Til Temir û Eyn Îsayê dike.

Doh jî dagirkeran weke her carê gundewarên Eyn Îsa topbaran kir û di encama de erd û zeviyên wê deverê, ji ber topbaranê ziyan dîtin.

Back to top button