Rojnamevanên Başûr: PDK yasaya derdixîne lê pêk nayne

Li Başûrê Kurdistanê yasayên taybet ên girêdayî rojnamevanan hene, lê ji ber testhilata heyî ev yasa nayên pêkanîn.
Yek ji wan yasayan jî, ji bo rojnamevanan yasaya mafê bidestxistina zanyariyane ku 10 sale nayê pêkanîn.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di 5’ê Hezîrana sala 2013’yan de ‘yasaya mafê bidestxistina agahiyan li heremê pejirand.

Armanca derxistina vê yasayê yekkirina prensîba şefafiyetê û birêkûpêk kirina gihandina agahiyên rast ji welatiyan re bû.

Rojnamevan Ferman Reşad li ser mijarê axivî û wiha got:

“Li gorî yasaya mafê bidestxistina zanyariyan ya sala 2013’yan, mafê hemû welatî û rojnamevanan yê bi destxistina belge û zanyariyan heye.

Lê hikûmeta Herêmê bi ti awayî vê yasayê pêknaniye.”

Rojnamevan Serxêl Haşim di derbarê heman mijarê de axivî û anî ziman:

“Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka derxistina yasayan nîne, pirsgirêka pêkanîna yasayan heye.

Welatiyên Silêmaniyê: PDK’ ê dijminê sereke yê gelê Kurd e

Back to top button