Nûjiyan Yildirim: Bi şewitandina daristanan pêşeroja me tune dikin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku bal kişand ser şewatên ji aliyê leşkeran ve li Cûdî û Licê hatin derxistin û wiha got: “Daristanên li rojavayê welat ji bo rantê, daristanên li herêmê bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkîldarî şewatên li Çiyayê Cûdî ê Şirnaxê û navçeya Lîce ya Amedê yê bi beşdarbûna gelek partiyên siyasî daxuyanî da çapemeniyê.

Berdevka Demê ya Platformê Nûjiyan Yildirim ku li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyanî da.

Yildirim diyar kir ku daristan beşeke jiyanî ya hevpar û girîng a tevahiya mirovahiyê ne û wiha got:

“Her şêwe helwestên li dijî xwezayê, bi mafê hawirdorê re têkildar in.

Daristan ne mîrateya me ya ji berê maye, ew pêşeroja me ne.

Hûn pêşeroja me bi şewitandina daristanan û birîna daran tune dikin.”

“Bi polîtîkayên ewlehiyê daristanên welat tên tunekirin”

“Daristanên li rojavayê welat ji bo rantê ango pereyan, daristanên li herêmê bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin.”

Yildirim, bi vê gotinê bal kişand li ser polîtîkayên dewletê da zanîn ku sermaye ya ku dewletê kontrol dike polîtîkayên ku rê li ber karesatên hawirdorê yên neqanûnî veke dimeşîne.

Yildirim: Em ji bo mudaxileya lezgîn bibin deng

Yildirim, anî ziman ku şewata li Çiyayê Cûdî zirarê dide ekosîstemê û wiha berdewam kir:

“Divê Cûdî li dijî talankirina xwezayê bibe herêmeke sembol.

Ji bo polîtîkayên rantê bi hinceta ewlehî û aboriyê qebûl nekin, em ji bo mudaxileya lezgîn a şewatê bibin deng.

Keştiya mirovahiyê li Cûdî dişewite.”

Yildirim, bang kir ku ji bo şewatên li herêmê derkevin saziyên cemaweriyê yên têkildar bikevin nava liv û tevgerê û welatî ji tevlibûna xebatan re amade bin.

Back to top button