Gerîlayan li qada Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin.
Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên HPG’ê hatine stendin:
Gerîlayên Azadiyê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyek kirin.
Di encama çalakiyê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Rayedar ê ku operasyon koordîne dikir jî di nav de bû.