Li Çewlîg û Agiriyê herî kem 35 hatin binçavkirin

Beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dewleta Tirk a faşîst pêleke mezin a qirkirina siyasî daye destpêkirin
Li bajarên ku Partiya Çepên Kesk dengekî zêde lê girtî herî kêm heta niha 177 kes hatine binçavkirin.
Îro jî li navçeya Çewlîg û Agiriyê polîsan avetin ser gelek malan û herî kêm 35 kes girtin binçavan.

Desthilata AKP-MHP’ê piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê, zexta xwe li ser hilbijêrên kurd didomîne.

Li bajarên ku ji bo Partiya Çepên Kesk û namzetê serokkomariyê Kiliçdaroglû deng zêde derketin, li ser hev operasyonên binçavkirinê tên kirin.

Li Çewlîg û Agiriyê herî kem 35 hatin binçavkirin

Vê sibehê li navçeya Kanîreş a Çewlîgê, leşkerên Tirk ên dagirker avêt ser gelek gundan.

Hat diyarkirin ku gelek kes di serdegirtinan de hatine binçavkirin.

Her wiha li navçeya Dutax a Agiriyê jî leşker û polîsan avêt ser gelek malan.

Li herdu navçeyan di serdegirtinên malan de bi giştî herî kêm 35 kes hatin binçavkirin.

Ji 22’yê Gulanê ve heta niha herî kêm 177 kes hatine binçavkirin

Di vê pêvajoyê de operasyona ewilî ya qirkirina siyasî di 22’yê gulanê de hat destpêkirin.

Li gorî vê, di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere de li 5 bajaran 19 kes hatin binçavkirin

23’yê gulanê li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene, Îzmîr, Têkirdag, Çanakkale û navçeyên Nisêbîn û Qoser ên Mêrdînê, bi ser gel navnîşanan de hat girtin.

Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk DBP jî di nav de, bi giştî 70 kes hatin binçavkirin.

Di roja 24’ê gulanê de îcar polîsan li Amed, Mêrdîn Dîlok, navçeya Hezex a Şirnexê û gelek deverên din, bi ser malan de girt.

Li van bajaran jî herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Herî dawî jî polîsan di saetên serê sibeha 25’ê gulanê de li Colemêrg û Rihayê, bi ser zêdeyî 57 malan de girt.

Di serdegirtinên malan de herî kêm 26 kes hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, 19 jê parêzer, bi giştî derheqê 33 kesan de lêpirsîn da destpêkirin

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên girtin û binçavkirinê didome

Back to top button