Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê sûcdarên komkujiyê werin cezakirin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Kongra Star û xelkê kantona Firatê Şehîdên Komkujiya Duyemîn a Parîsê bi bîr anîn.
Her wiha banga aşkerakirina komkujiyê û hesabkirina sûcdaran kir.

Kongra Star a Dirbêsiyê û Hesekê bi daxuyaniyên cuda şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Endama rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê Nesrîn Şêxo daxuyanî xwend û tê de bang li hikumeta Fransayê kirin ku sûcdarên vê komkujiyê aşkere bikin ceza bikin.

Li Hesekê jî daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Menadîn Remo hat xwendin.

Di daxuyaniyê diyar kirin her du komkujî bi hevkariya dewleta Tirk pêk hat, da ku vîna kurdan têk bibin.

Her wiha li Reqayê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi çalakiyekê li goristana şehîdan, şehîdên Komkujiyê bi bîr anîn.

Endama rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Hefenî diyar kir ku Komkujiya Yekemîn û Duyemîn a Parîsê asta nefreta dewleta Tirk li dijî têkoşîna jinan nîşan dide.

Nûr bang li Fransayê kir ku li kêlek dewleta Tirk nesekinin û li ser eşkerekirina sûcdaran bisekirin.

Xelkên Kobanê dijî komkujiyên li Parîsê meşek li darxistin

Back to top button