HPG: Hevrê êriş 20’ê Cotmehê li Sersîmê şehîd bû

HPG’ê nasnameya gerîla Êriş Rojhilat ku li Dersîmê şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê diyar kir hevrê Êrîş bi mîrateya xwe ya têkoşînê bû nirxekî azadiyê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir.

HPG ragihand ku 20’ê Cotmeha 2023’an di êrîşa dijmin a li ser qada Dersimê de hevrê Êrîş Rojhilat şehîd bûye û wiha got:

Hevrêyê me Êrîş li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, mîna her ciwaneke Kurd ê bi rûmet rêya berxwedan û têkoşînê hilbijart.

PKK û gerîlayên azadiyê weke navnîşana berxwedanê dît û bêyî teredut tevlî bû.

Tevlîbûna xwe li ser xeta fedayîtiyê domand û di her kêliyê de armanc kir ku bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me.

HPG: Hevrê êriş bi kesayeta xwe ya bi cewher bû mînak

HPG’ê diyar kir, hevrêyê wan bi sekna xwe ya mîlîtanî gihişt vê armanca xwe û weha domand:

Hevrêyê me Êrîş bû xwedî jiyaneke bi vî rengî û bi kesayeta xwe ya bi cewher ji me re bû mînak.

Di serî de malbat, HPG’ê sersaxî ji hemû gelê welatparêz yê Kurdistanê re sersaxiyê xwest û soza berdewamkirina têkoşînê da.

Agahiyên têkildarî nasnameya gerîlayê şehîd wiha ne:

Nasnav: Êrîş Rojhilat
Nav û Paşnav: Nûrî Elçî
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik: Muzeyyen
Navê Bav: Abdûrrahman
Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Cotmeha 2023’an / Dersim

Back to top button