Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî ji Efrîna dagirkirî revandin.
Sûc û kirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bê navber dewam dikin.
Vê carê çeteyan 4 welatî ji wir revandin, navên wan jî wiha ne:
Farûq Ebdo Mihemed yê ji gundê Emara yê navçeya Mabatayê.
Reşîd Ekaş ê ji gundê Dêr Sewa yê navçeya Şera.
Zuhêr Bîrqedar Bekir û Xelef Cumaa El-Ehmed yên ji navçeya Cindirêsê.
”Di meha Cotmehê de 20 kes hatin revandin”
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo dibêje:
”Di meha Cotmehê çeteyan 2 jê jin, bi giştî 20 kes ji Efrînê revandine.
Û bi rêjeya ji sedî 65 bac li mewsimê zeytûnan ferz kirin.