Şebnem Korûr Fîncanci: Ez ê li ser şopa heqîqetê bim

Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirkîyê Şebnem Korûr Fîncanci diyar kir ew ê li ser şopa heqîqetê be. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî diyar kir ku em ê bikin ku hiqûq û edalet li vî welatî serdest bibe.

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korûr Fîncanci, ji ber li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk daxuyaniyên zanistî dabû, hatibû girtin.

Şebnem ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê peyamek şand û got:

“Min amadekariya agahdariyeke bi kitekit dikir lê beriya ku ez biqedînim hatim girtin.

Ji bo ku ez vê xebata zanistî biqedînim, min ji hempîşeyên xwe klavûzên Neteweyên Yekbûyî û çavkaniyên zanistî xwest.

Dema ku ev tişt gihiştin ber destê min ez ê bi we re par ve bikim.

Ez hêvîdar im ev algorîtmaya ku di siberojê de jî rêya heqîqetê ronî bike, wê tevkariyê li xebatên me jî bike.”

Parêzer Aryen Tûran: Em ê bikin ku hiqûq û edalet serbest be

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Aryen Tûran di 22’yê cotmehê de li ser navê OHD’ê di kongreya Baroya Îzmîrê de axivî bû.

Aryen bal kişandibû ser lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, girtiyên nexweş û ji ber ku dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kiribû, bi êrîşa nîjadaperest re rû bi rû mabû.

Aryen anî ziman ku di jêpirsîna binçavan de axaftina wê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de jê hatiye pirsîn û dozger jê pirsa “gelo te vê axaftinê li ser navê rêxistinê kiriye?” kir.

Aryen destnîşan kir ku pir hedef hatiye nîşanda n, heqaret, çêr lê hatine kirin û gefa kuştin û tecawizê lê hatiye xwarin û got:

“Li gel vê hedefnîşandanê jî piştgiriyek xurt bo min hebû.

Lê bila her kes viya baş bizanibe, em ê her bêhiqûqiyan vebêjin û ew ê bikin ku dewlet li dijî neheqî û bêhiqûqiyan bikeve tevgerê.

Em ê bikin ku hiqûq û edalet li vî welatî serdest bibe.”

Back to top button