Li Almanyayê bi beşdariya gelek siyasetmaderên her du pêkhateyan hevdîtina Kurdî-Erebî dest pê kir.
Hevdîtin û diyalogên ji bo pêşxistina têkiliyên gelê Kurd û Ereb dewam dikin.
Li bajarê Bochum ê Almanyayê, bi amadebûna 30 siyasetmedar, akademîsyen û çalakvanên Kurd û Ereb, hevdîtina diyalogan a Kurd û Ereb hat lidarxistin..
Armanca ji hevdîtinê, pêşxistina çanda diyalog û parvekirina fikrî û têkoşîna li hemberî hemû cure siyasetên nijadperestiyê ye..
Li gorî komîteya amadekar, ev hevdîtin pêngava destpêkê ya rêzehevdîtinan..
Ev mijar di hevdîtinê de rojev bûn:
- Diyalogên erebî-kurdî: Derfet û rêveçûna wan.
- Femînîzm di civakên Ereb û Kurd de: Hevbeşî û pirsgirêk.
- Hemahengiya Kurd û Ereban: Berjewendî û çarenûsa hevbeş.