NPG Operasyona Şoreşgerî ya Gerîla pîroz kir

Fermandariya Biryargeha NPG’ê fermandar û gerîlayên ku salvegera damezrandina PKK’ê bi operasyona şoreşgerî û çalakiyan pêşwazî kirin, pîroz kir. Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bi heman awayî operasyona şoreşgerî pîrzo kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê daxwiyaniyek da.

Fermandariyê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li tevahî gerîlayan pîroz kir û got:

“Ruhê serkeftinê yê PKK’ê ku ji berê heta niha bi kedeke mezin heta roja îro hatiye, bi çalakiyên serkeftî derketiye holê.

Di 20’ê Mijdarê de bi çalakiya şoreşgerî hêzên artêşa Tirk a dagirker hedef hatin girtin û derbeke giran li wan xistin.

Şopdarên Zîlan li çiyayên Kurdistanê bi operasyona şoreşgerî vejîna gelê kurd pîroz kirin.

Ew bû peyama Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku wê bi heman ruhî têkoşîna xwe li her derê bêyî navber bidomîne.”

PKK’ê jî Gerîla pîroz kir

Komîteya Rêveber ya PKK’ê bi peyamekê gerîlayên ku tevlî operasyona şoreşgerî bûne, pîroz kir.

PKK’ê hemû fermandar û hevalên xwe yên şervanên silav kir û got:

“Em hemû hevrêyên ku di afirandina van encamên serkeftî de rol lîstine û xebat meşandine pîroz dikin.

Em careke din bi hestên şoreşgerî yên ji dil hemû hevrêyên li Zap û Metînayê silav dikin .

Em bawer dikin ku wê di sala nû ya Partiyê de serkeftinên mezintir bi dest bixin û em ji wan re serketinê dixwazin.”

Ji HPG’ê operasyona şoreşgerî

Back to top button