EBDULKERÎM OMER: YEKÎTIYA ME WÊ PÊŞÎ LI ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BIGRE

Ji bo pêşxistina yekrêziya hêzên Kurdî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK li Rojava di nava hewldanan de ye.

Endamê desteya rêveber a KNK’ê Dr. Abdulkerîm Omer diyar kir ku bi yekîtiya hêzên Kurdî wê pêşî li êrişên dewleta Tirk were girtin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê, ev demeke li Rojava hewl dide yekrêziya hêzên Kurd li dijî dagirkeriya Tirk pêş bixe..

Heta niha cûdabûna fikrî hebe jî, piraniya partiyên Kurd di gelek mijaran de bi hev re tevgeriyan..

Tenê ENKS’ê ya ku ji 4 partiyan pêk tê ji derveyî van xebatan ma…

Sedema wê jî ew e ku ENKS’ê beriya niha eşekre kiribû ku ew ê ti biryarên rêveberiyê qebûl neke û destûra vekirina navendên xwe wernegire..

Bi gotineke din ENKS’ê diyar kiribû ku ew ê bi ti awayî qanûnên rêveberiyê nasneke..

Ev yek jî her tim weke bahaneya redkirina daxwaza yekîtiyê hêzên Kurdî nîşan dida..

Ji bo ev bahane ji holê were rakirina KNK’ê bang li Rêveberiya Xweser kir da ku hin guhertinan pêk bîne..

Li ser vê bangê Komîteya Partiyên Siyasî ya Xwerêveberiya Demokratîk biryarek da ku hemû partiyên dikarin li Rojava û Bakurê Sûrî navendên xwe vekin..

Li ser mijarê Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Dr. Ebdulkerîm Omer ji Ajansa ANF’ê re axivî û wiha got:

Armanca me a sereke ew e ku yekîtiyekê di nava Kurdan de pêk were û pêşî li êrîşên dagirkeriya Tirk were girtin.

Weke gava pêşî em hewl didin partiyên siyasî bînin gel hev û li ser lidarxistina konferansek yan jî civînek berfireh gavên berbiçav bavêjin.

Em ê weke KNK’ê her di nava hewldanan debin ji bo pêkanîna Yekîtiyeke Neteweyî. Ev jî tenê ji bo parastina hemû destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ye. D heman demê de wê encama van xebatên me bibe misogeriya parstina xaka Başûrê Kurdistanê jî.

Leave a Reply

Back to top button