Komên çete yên dewleta tirk adagirker ji bo firotina tiştên ku ji Efrînê dizîne malperên civakî bikar tînin.
Her wiha odeyên axaftinê çêkirin û da ku tiştan bi wî awayî bidin firotin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve talankirina mal û milkên sivîlan didomîne.
Komên çete da tiştên ku ji Efrînê dizîne bifiroşin, malperên civakî bikar tînin.
Çeteyan li ser malperên weke Facebook û Telegram odeyên bi navê “Bazara Efrînê” çêkirine û tiştên ku ji Efrîniyan diziyane pêşkêş dikin û difiroşin.
Çete bi arzanî tiştan difiroşin û hinek tiştên din jî derbasî Tirkiyê dikin.