Artêşa Ukrayna êrişî bajarê Melitopol kir

Artêşa Ukrayna rênade ku leşkerên Rûsya li ser xaka welat bi aramî tevger bikin.
Di armanca êrişên artêşa Ukrayna de bajarê Melitopol yê dikeve başûrê Zaparojiya hebû.
Bajar bi dijwarî hate bombebarankirin.
Li gorî çapemeniya Rûsya piştî êrişê li bajar elektirîk qut bûye.

Li rojhilatê Ukrayna şerê salê pêk tê.

Bi despêşa şere re, li herêmê şereke dijwar heye.

Artêşa Ukrayna jî hewil dide ku leşkerên Rûsya li herêmên kontrol kirine rehet tev negerin.

Vê carê jî di armanca hêzên Ukrayna de, başûrê herêma Zaporijiya hebû.

Artêşa Ukrayna bi dijwarî bajarê Melîtopol bombebaran kir.

Bajar meha Adarê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibû kontrolkirin.

Şaredarê bajar ragihand ku gelek teqîn pêk hatine.

Hate îdiakirin ku di êrişê de ziyanek zêde li torên elektirîkê bûye.

Melitopol 120 kîlometre li başûrê rojhilatê Santrala Nukleerî ya Zaporijiyayê ye.

Serokê IAEA Grossi serdana santrala nukleerî a Zaporijiya dike

Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi wê îro serdana wê Santralê bike.

Grossi ji Reutersê re got;

Ji bo parastina mezintirîn santrola nukleerî ya Ewropa ku li Zaporijiyayê ye, hewildanên gihiştina lihevkirinekê heye.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsî di hewlên xwe yên kontrolkirina bajarên Bahmut û Avdiyivka yên rojhilat de hîna bê çare ne.

Di daxuyaniya ku doh ji aliyê Sererkaniya Ukraynayê de hate ragihandin ku 2 bajarên li herêma Donetskê di bin êrişa hêzên Rûsyayê de ye.

Li Bahmutê şerên dijwar rûdidin

Li aliyê din, artêşa Rûsya êrişên xwe yên li ser bajarê Bahmutê didomîne.

Ukrayna îdia dike ku wan li herêmê derbên xurt li artêşa Rûsyayê dane.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku hêzên Rûsî di hewldana dorpêçkirina Avdiyivka de pêşketineke kêm bi dest xistine û hejmareke zêde ji wesayitên zirxî û tankên wê hatine teqandin.

Alîgirên Rûsya jî îdia dikin ku hêzên Ukrayna ji kargeha li herêmê vekişiyan e.

Zelensky serdana bajarên li sînorê Rûsyayê kir

Ji aliyeke din ve Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky doh serdana du bajarok û eniyên bakûrî yên nêzîkî sînorê Rûsyayê kir.

Back to top button