Çînê seroka Taywanê hişyar kir

Seroka Taywanê dixwaze li gel Serokê Meclisa Nuneran a Amerîka bicive.
Çînê jî ew hişyar kir û got:
Wê bersiv were dayîn.

Seroka Taywanê Tsai Ing-Wen îro ji bo serdaneke 10 rojî berê xwe da Belize û Gualtmala.

Tsai di çûyîna xwe de wê rêya xwe bi bajarê New York City û vegerê de jî Los Angeles yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bixe.

Li gor medyaya Amerîkayê, Tsai berî ku derbasî Los Angelesê bibe, wê li Kalîforniyayê bi Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Kevin McCarthy re bicive.

Ev hevdîtin ji aliyê çavkaniyên fermî ve nehatiye piştrastkirin.

Beriya despêkirina serdanê bi çend saetan Çînê, Taywan di mijara serdaneke bo Amerîkayê de hişyar kir.

Berdevka ofîsê Zu Fenglian got,

“Eger Tsai bi McCarthy re bicive, ew ê bibe provokasyonek din ku prensîba yekane ya Çînê binpê dike.”

Zu anî ziman ku bi tundî li dijî vê yekê ne û wê gavên pêwist jî bi avêjin.

Taywan: Çîn nikare pêşî li têkliyên me yên bi cîhana ji derve re bigre

Tsai jî bersiva gefên Çînê da û got:

Zexta Çînê nikare pêşî li têkiliyên Taywanê bi cîhana derve re bigire.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi di Tebaxa borî de tevî bertek û gefên Çînê bi serdaneke fermî çûbû Taywanê.

Pelosi di 25 salan de bû berpirsê payebilind ê Amerîkî ku serdana Taywanê kiriye.

Piştî seredanê, Çînê tetbîqatên leşkerî yên li derdora giravê zêde kiribû.

Gelek caran balafirên Çînê xeta sînorê navbera herdu aliyan derbas kirin.

Pekîn a gravê wekî beşek ji xaka xwe dihesibîne, teqezî li ser “prensîba Çînê yek” dike.

Li gorî Çînê divê têkiliyên dîplomatîk ên bi Taywanê re bên qut kirin.

Back to top button